Agahdariyên li ser vîrusa korona ya nû

Ev cureya nû ya vîrusa korona, li tevahiya cîhanê belav dibe. Ew bi dilopan û temasê tê belavkirin. Ev dikare bi tevînên grêzê an jî nerasterast bi destan ji mirovekî derbasî mirovekî din bibe. Ji ber ku dest dikarin bigihine dev an jî tevîna grêzê ya poz û çermê li ser çav; wisa dikare pêketina vîrusê bibe.

Ev vîrus bi taybetî dikare bibe sedema nexweşiyên girtina rêyên hilmstandin û hilmdanê. Nîşanên wê mumkun e, gazinên li ser agir, kuxik û bêhnê an jî bêhnçikîn, masûlk û serêşê bin. Di rewşên dijwar de kulbûna kezebê jî dibe.

Mirovên temen mezin û xwedî nexweşên demdirêj, di tehlukê de ne. Erê zarok bi hêsanî dikarin pê bikevin; lê nîşanên nexweşiyê ne xurt in. Van deman, wisa tê bawer kirin, ku dor 14 roj di navbera pêketinê û derketina nîşanên nexweşiyê de hene.

Tenê ezmûna li laboratuvarê dikare bipejirîne, ku kesek bi vîrus a korona ya nû ketiye.

Eger tu nîşanên nexweşiyê bibînî: Neçe ba doktorê xwe bê lihevcivîna bi telefonê. Wisa tu hem xwe û hem kesên din diparêzî! Tu dikarî bi xizmetgeha amadebûn a doktoran bişêwirî. Li vê derê bi şev, dawiya heftê û rojên betlane li seranserî Almanya bi vê numrê tê gerandin: 116 117

Dûr be ji têkiliyên negirîng bi mirovên din re û li malê bimîne li gor derfeta xwe! Agahdar bibe, bi kê tu yê bişêwirî û çi tedbîran bigrî, da ku tu mirovên din pê nexî!

Agahdariya berfireh: https://corona-ethnomed.kurdisch.info-data.info

Agahdarî û şîreta ji bo dêûbavan bi zimanê erebî: [LINK]

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden /  Ändern )

Google Foto

Du kommentierst mit Deinem Google-Konto. Abmelden /  Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden /  Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden /  Ändern )

Verbinde mit %s